Daxuyanî

Gelî xuh û birayên hêja !
Em weke “Dezgeha xêrxwazî ya bizîşkên kurdistan”,û civaka civîl – bi rihsipî û Hunermend û zaneyên xwe ve, li Akadimiya kurdistan Navnetewî bajarê “Kassel – Elmaniya”, di 1/3/2020 an de, kombûn û me li ser pirsa şînê”, guft û go kir, ji ber ku Te’ezî bûne barekî giran di mesrûfê de li ser xelkê,ku ehlên wan li welêt di rewşeke dijwar de dijîn,û bihtir hewceyî arîkariyê ne ji wan.
Piştî dan û sitandinê, civatê ev xalên jêrîn ji boyî birêvebirina Te’eziyan durist dîtin :
🌞– Dana xwarin û fêkî were rakirin.Bi tenê av û ça û qehwe di Te’eziyê were dan.
🌞– Heçî malên wan ji qonaxa seetkê û wêdetir dûrî bajarê “Kassel – yan jî cihê Te’eziyê” be,dikare bi rêya telefonê, yan jî internetê, serxweşiya ehilên rehmetî bike.
🌞– Ji dêla wê mesrûfa zêde,bila xêra mirî, were rêkirin bo feqîr û perîşan û zarwên şehîndan re li welêt,û herwesa ji kirîna derman û pêdiviyên nexweşên tengezar re.
🌞– Te’ezî rojeke tenê be,ji seet 11:00 – 18:00
🌞– Pêwîst e ku xelk, berî wext, bi cihê Te’eziyê werin agehkirin, qene bikaribin rehet bi “erkên” xo rabin.
Em hêvîdarin, ku şîn nekeve malên we de. Bila hûn her û her di nav xêr û xweşiyê de bin..!